Li Norsîna Bedlîsê saredariyê dest guhert

Li Norsîna Bedlîsê saredariyê dest guhert

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Norşînê ya Bedlîsê piştî îtiraza encamên hilbijartinê, deng dîsa hatin jimartin û di encama dawî de Namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu bi ser ketiye.

Lijneya Hilbijartinan a Norşînê îtirazên AK Partî û DEM Partiyê nirxand û biryar da ku hinek sandoq û hinek dengên ku nederbasdar hatibûn hesibandin, dîsa bêne jimartin.

Piştî jimartina wan sandoq û dengan, namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu bû yekemîn û mafê şaredartiyê wergirt.

Di jimartina yekem de Namzedê Yenîden Refah Partîsî Emrûllah Yildirim bi du rayên zêde; bi 4292 dengan bûbû yekemîn.

Namzedê AK Partiyê Eşref Mûtlû 4290, yê DEM Partiyê Mehmet Şîrîn Oncu jî 4206 dengan wergirtibûn

Piştî jimartina dawî encam wiha bûn:

AK Partî: 4 hezar 313 deng

Yenîden Refah: 4 hezar 297 deng

DEM Partî: 4 hezar 221

CHP: 98 deng

ÎYÎ Partî: 87 deng

Partiya Saadetê: 54 deng

BTP: 47 deng

Partiya Vatanê: 33 deng

TKP: 31 deng

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin