PeyamaKurd - Serok Barzanî ji ber wek Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê hate hilbijartin Dr. Elî Qeredaxî pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî bi peywendiyeka têlefonî de, ji ber ku wek Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê hate hilbijartin Dr. Elî Qeredaxî pîroz kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.
Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê di 8ê Çileyê de, ji bo hilbijartina postê seroktiyê Kongreya xwe ya 6. pêk anî. Di kongreyê de Alimê Kurd Dr. Elî Qeredaxî bi wergirtina ji sedî 91 dengên pişkdarên kongireyê wek Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê hate hilbijartin.
Beriya Kongreya 6. Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê Yûsuf Qerezawî bû. Piştî ku Qerezawî jiyana xwe ji dest da, yekîtiyê ji bo hilbijartina seroktiyê biryara pêkanîna kongreyê dabû.
Dr. Elî Qeredaxî yek ji damezirînerê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê ku di 2011an de hate damezirandin e
Dr. Elî Qeredaxî di derbarê Îslamê de ji 100î zêdetir lêkolîn pêk anîye. Bi zimanê Erebi bi dehan pirtûk nivîsandiye û gellek ji wan pirtûkên wî li Kurdî hatine wergerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin