PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê 9ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Fransa yê Iraqê Patrick Durel kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel bal kişandine ser ku divê pêwendiyên Fransa yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bên pêşxistin.
Hate diyarkirin, her du alî hevnêrîn in ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di demeke guncav de bên kirin û hemû alî û hemû pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin.
Barzanî û Durel rewşa Herêma Kurdistanê jî nirxandin û behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya çareserkirina wan kirin.
Di hevdîtinê de, Patrick Durel hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand.
Hate gotin ku her du aliyan pêşveçûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî nirxandiye û Balyozê Fransayê got ku welatê wî piştgirê çarseriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin