Li Erziromê lehiyê ziyaneke mezin da gundan

Li Erziromê lehiyê ziyaneke mezin da gundan

PeyamaKurd - Li parêzgeha Erziromê yê bakurê Kurdistanê, ji ber barana ku nêzîkî du hefteyan e dibare û lehiya ku di encama wê de rabû, li gundekî navçeya Oltu, dibistan, binkeya tendirustî û deh mal di bin avê de man. 

Li gundê Ayvalî yê ser bi navçeya Oltuyê, piştî barana bihêz lehî rabû. Ava Dumbullu ya ku di nava gund re derbas dibe, bû sedema lehiyê.

Lehiyê ziyan gihande avahiya dibistanê, binkeya tendirustiyê û deh malên gund. Mamosta tevî malbata xwe bi hewlên demdirêj ji avahiyê hatin rizgarkirin.

Her wiha ji ber lehiyê, pira gund hilweşiya, 10 otombêl bi avê de çûn, ziyan gihîşt baxçeyên mêweyan û 50 sandoqên mozan. Rêya Erzirom û Artvînê jî hate girtin.

Piştî karesatê, Şaredarê Oltuyê serdana cihên ku ziyan dîtine kir û da xuyakirin ku ew ê ziyanên gundê Ayvalî qerebû bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin