PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio piştî Civîna Wezîrên Karên Derve yên G7 a ku li paytexta Fransayê Parisê hate lidarxistin, derbarê Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (UCM) de daxuyaniyên tund dan û got: "Eger ew ji çewtiyên xwe venegerin, em bawer dikin ku em dikarin ziyaneke pir mezin bidin UCMê."
Marco Rubio di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Amerîka ne endamê wê dadgehê ye û wan bi ti awayî destûr neda ku welatiyên Amerîkî di bin darizandina "dadgeheke neqanûnî" de bimînin. Rubio her wiha diyar kir ku Îsraîl êdî ewqas dewlemend e ku dikare bi tena serê xwe çekan bikire, lewma ji bo alîkariya leşkerî pêdiviya wan bi fînansekirina Amerîkayê nemaye.
Di mijara Rojhilata Navîn û Gazzeyê de Rubio tekez kir ku ew ji bo bicîkirina peymanan dixebitin û di hin mijaran de di dema xwe de asê mane, lê ew dê van kêmasiyan bigirin.