PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi serkeftî bi rê ve diçe û dibe ku di nava çend hefteyan de bi qede. Hevdem, welatên G7ê bi daxuyaniyeke hevbeş banga rawestandina êrîşên li ser sivîlan kirin.
“Şer dê di nava hefteyan de biqede”
Marco Rubio roja Înê (27ê Adara 2026an) di daxuyaniyekê de diyar kir ku her çend Serok Donald Trump vebijarka şandina hêzên bejayî wekî îhtîmalekê diparêze jî, lê heta niha Amerîka bêyî destêwerdanê wiha gihîştiye gelek armancên xwe. Rubio tekez kir ku pêşketineke mezin çêbûye û wiha got:
Operasyona li dijî Îranê dê di nava hefteyan de, ne di mehan de, bi dawî bibe.”
Rubio her wiha rexne li rejîma Tehranê girt û got ku gelê Îranê hêjayî rêveberiyeke baştir e, ji ber ku desthilatdarî çavkaniyên welat li şûna pêşketinê, ji bo dijminatiya li gel Amerîkayê xerc dike.
Banga G7ê: Sivîl û dîplomasiyê biparêzin
Li aliyê din, wezîrên derve yên welatên G7ê li nêzî paytexta Fransayê, Parîsê, civiyan. Di daxuyaniya hevbeş a lûtkeyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina bi zanebûn a sivîlan û êrîşên li ser mîsyonên dîplomatîk bi tu awayî nayên qebûlkirin. Welatên herî pêşkeftî yên cîhanê daxwaz kirin ku êrîşên li ser binesaziyên sivîl ên li Rojhilata Navîn demildest werin rawestandin.
Krîza li Hurmizê
Yek ji mijarên sereke yên rojevê ewlehiya deryayî bû. Marco Rubio hişyarî da Tehranê ku eger hewl bide ji keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin “xerc” (bac) bistîne, dê bi berteka navneteweyî re rû bi rû bimîne. Rubio destnîşan kir ku vekirina vê rêya avê berpirsiyariyeke cîhanî ye.
G7ê jî tekez kir ku misogerkirina ewlehiya daîmî li Tengava Hurmizê “pêdiviyeke lezgîn” e. Di civînê de hat nîqaşkirin ku girtina tengavê û şerê li herêmê derbeyeke giran li aboriya cîhanî dixe û divê ji bo aramiya herêmê gavên dîplomatîk werin xurtkirin.