PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), li ser êrîşa çekdaran daxuyaniyek da.
Çekdarên girêdayî Hikûmeta Suriyeyê êrîşî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemamê yên rojhilatê Dêrezorê kiribû ku di kontrola HSDê de ne.
HSDê di daxuyaniya xwe de got ku wan bersiv daye wan êrîşan û şer û pevçûnan rû daye.
Li gorî daxuyaniya HSDê, di bersivdayîna hêzên wan de 19 çekdar hatine kuştin, 20 çekdar jî birîndar bûne.
Her wiha HSDê da zanîn ku di van pevçûnan de “3 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber topeke wan çekdaran li malekê ketiye “4 sivîlan can dane û 10 sivîl jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin