Parlamentoya Ermenistanê yasaya leskeriya jinan a xwebexsî pesend kir

Parlamentoya Ermenistanê yasaya leskeriya jinan a xwebexsî pesend kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Ermenistanê, yasaya rê dide jinan ku bi awayekî xwebexşî tevlî artêşê bibin, pesend kir.

Li gorî nûçeya Armenpressê, di yasaya leşkerî ya Ermenistanê de, guhertin hatiye kirin û ew guhertina ku rê dide jin bi awayekî xwebexşî bibin leşker li parlamentoyê bi piraniya dengdan hatiye qebûlkirin.

Wezîrê Berevaniya Ermenistanê Suren Papikyan, ragihand ku dê jinên temenên wan di navbera 18-27 saliyê de bikarin ji bo leşkeriya xwebexşî serlêdanê bikin û heyama leşkeriya wan jî dê 6 meh be.

Herwiha hate diyarkirin ku dê tabûra jinên peymanî jî were damezrandin û ji aliyê jinan ve bê birêvebirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin