Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber befê dibistan û hinek dezgeyên hukumetê tatîl kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber befê dibistan û hinek dezgeyên hukumetê tatîl kirin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde gelek dibistan tatîl kirin û dezgeyên hukumetê jî li hinek deveran hatin tatîlkirin.

Li Kirmanşanê serokatiya navenda kontrola krîzê ragihand ku ji berf zêde bariyaye li eyaletê dibistanên 11 bajaran tatîl kirine û perwerde di ser online de dimeşe. Barîna berfê texmînî wê heya roja Yekşembê dewam bike.

Li bajarê Sine bi sedema berfê, serma û cemedê li bajarên Dewlan, Diwandere, Bicar, Sine, Saqqiz û Kameran temamê dibistanan tatîl kirin.

Li Lorîstanê li bajarên Eliguderz, Silsile, Ezna û Dulfan wê perwerde nêkirin. Polîsê rê yê Loristanê ragihandiye ku rêya diçe navenda eyaleta Lordistanê, ji do bi şevê de hatiye girtin.

Li eyaleta Îlamê bi sedema serma û berfê dibistan û dezgeyên hukumetê wê di 09.00an de destpêbikin.

Parêzgerê Dulfanê Esfer Qaremani ragihand ku bi sedema berfê rêyên 200 gundan hatine girtin. Roja Înê karibûne rêyên 130 gundan vekin lê heya niha rêya 70 gundan girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin