Seroktiya Trump bi dawî bû, bi helîkopterê ji Koska Spî derket

Seroktiya Trump bi dawî bû, bi helîkopterê ji Koska Spî derket

PeyamaKurd – Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump, îro 20ê Çileyê 2021ê beriya merasîma sondxwarinê ya serokê nû Joe Biden, bi helîkopterê ji avahiya Koşka Spî derket.

Hat zanîn ku wê ev dawî geşta Trump a seroktiyê ye û biryare terka Washingtonê jî bide û biçe li Florîdayê bicih bibe.

Trump piştî ji Koşka Spî derket, berê xwe da bingeha Andros a asmanî ku li wîlayeta Maryland e û 24 kîlometran dûrî navenda Washingtonê ye. Li wê bingehê, balafira hejmar 1 a ser bi Hêzên Asmanî yên Amerîkî ve li benda wî ye.

Trump wê bi balafira serokatiyê biçe mala xwe ya li Florîdayê.

Donald Trump, piştî Serokê Amerîka Andrew Johnson ê ji sala 1865 an heta sala 1869an serok bû, yekemîn serokê Amerîkayê ye ku beşdarî merasîma destbikarbûna serokê piştî xwe nabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin