Hûsiyan yek general 4 zabitên hukumeta Yemenê kustin

Hûsiyan yek general 4 zabitên hukumeta Yemenê kustin

PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ragihand ku di şerê bi Hûsiyan re yê li bajarê Marîbê, ji artêşa Yemenê 4 zabit hatine kuştin ku yek ji wan fermandarekî di asta bilind de ye. Nûçe di malpera artêşa Yemenê ya bi navê "September Net" de hat belavkirin. Li gor malperê ji bo zabitên kuştî merasim hatiye kirin û kesên di bûyerê de hatine kuştin tûxgeneral Osman eş-Şayif, Albay Huseyin Nasir el-Mezrui, Yarbay Saddam Muhammed Nahid û Yuzbaşi Saddam Muhammed eş-Şayif'in.

Şerê navbera artêşê û Hûsiyan li dora bajarê Maribê geş dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin