Li Sûdanê di pevçûnan de 411 sivîlan can dan

Li Sûdanê di pevçûnan de 411 sivîlan can dan

PeyamaKurd - Yekîtiya Doktorên Sûdanê ragihand, ji 15ê Nîsanê û vir ve di şerê navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez (HDK) de 411 sivîl mirine.

Pevçûna li Sûdanê ketiye roja xwe ya 15emîn.

Yekîtiya Bijîşkên Sûdanê, bi bîr xist ku tevî agirbesta di navbera artêş û HDKê de li herêmên cuda pevçûn didomin û diyar kir, heta niha 2023 sivîl birîndar bûne û 411 sivîlan jî can dane.

Li paytextê li derdora Kulliyeya Serokomariyê û Fermandariya Giştî ya Artêşê pevçûn dijwar dibin, li başûrê paytextê jî li taxên cuda agirbest tê binpêkirin.

Li Sûdanê, partiyan ragihandin ku ew ê ji 28ê Nîsanê û pê ve li gorî banga Amerîkayê ya ji bo agirbesteke nû ya 72 saetan tevbigerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin