CENTCOM: Îran bi zanebûn sivîlan dike armanc

CENTCOM: Îran bi zanebûn sivîlan dike armanc

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku Îran bi zanebûn xelkê sivîl û deryavanan dike armanc û diyar kir ku di mehên dawî de ji ber êrişên Tehranê zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

CENTCOMê gotinên Wezîrê Derve yê Îranê ku hinceta dike welatê wî sivîlên li welatên cîran nekirine armanc û tekez kir ku êrişên Îranê ne tenê jêrxaneya aborî, lê belê rasterast deryavan û saziyên sivîl jî kirine armanc.

Ev tohmet di demeke de tên ku alozî û pevçûnên deryayî yên di navbera Washington û Tehranê de gihîştine asteke bilind.

CENTCOMê bîr xist ku hêzên Amerîkî di mehên borî de keştiya barhilgir a bi navê "Ocean Molika" ji ber binpêkirina dorpêça deryayî ji kar xistiye û keştiyeke Artêşa Pasdaran (DMO) ku deryavanên Amerîkî dişopand têk şikandiye.