Xamaney: Amerîka bila ne ji peymanê, ji herêmê vekise

Xamaney: Amerîka bila ne ji peymanê, ji herêmê vekise

PeyamaKurd - Rêberê Îranê Elî Xamaney îdia kir ku Amerîka bi Îranê re şerê aboriyê dike û dixwaze li herêmê pevçûnê derxe.

Hat ragihandin ku Elî Xamaney bi minasebeta 1ê Gulanê Roja Karkeran li Paytext Tehranê axivî û Amerîka sûcdar kir ku bi Îranê ra şerê aboriyê dike û welatên herêmê li dijî Îranê tehrîk dike.

Hamaney, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku bi tengavkirinên dijî Îranê dertê pêş, kir hedef û wiha got: "Îro baregeha şer ku li dijî me dixebite, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ye. Ji rêyên ku dijminê me pê bi me ra têkoşînê didin yek jê aborî ye, ya din jî hin welatên herêmê ku feraseta wan tuneye, li dijî me tehrîk e."

Xamaney îdia kir ku Amerîka dixwaze misilmanan berde hev û bide şerkirin û got ku rêvebiriya Washingtonê ji bo ku li herêmê îxtilaf û pevçûnê derxe, Erebistana Siûdî li dijî Îranê digijgijîne.

Xamaney diyar kir ku divê Amerîka ji herêmê vekişe.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê gotibû peymana nukleerê ya bi Îranê ra hat çêkirin divê ji nû va were sererastkirin, heke wisa neyê kirin jî Amerîka wê ji peymanê vekişe.

Trump wê der heqê peymana nukleerê ya ku di navbera Îran û welatên 5+1î (Amerîka, Îngiltere, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya) da hatibû îmzekirin wê biryara xwe ya dawîn di 12ê gulanê de bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin