PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê û di heman demê de Serokê Şandeya Danûstandinê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li paytextê Azerbaycanê Bakuyê, di 20emîn Konferansa Yekîtiya Parlamenên Welatên Tevgera Hevkariya Îslamî (ISIPAB) de daxuyaniyên pir tund dan.
Qalîbaf, peymana herî dawî ya di navbera Washington û Tehranê de wekî serkeftina Îranê pênase kir û got: "Em vê mutabakatnameyê wekî daxuyaniya têkçûna Amerîkayê dinirxînin. Peymana Îslamabadê ne encama zextan, encamwextiya berxwedan û hêza gelê Îranê ye."
Qalîbaf destnîşan kir ku şerê ligel Amerîkayê tenê pevçûnek leşkerî nebû, hewldaneke organîze ya ji bo guhertina hevsengiya stratejîk a herêmê û ferzkirina îradeya Washingtonê ya li ser gelekî azad bû.
Serokê Meclîsa Îranê bal kişand ser binketina pilanên leşkerî û aborî yên Amerîkayê û prînsîbên Tehranê yên ji bo aştiyê bi vî rengî rêz kirin:
Ew kesên ku pilana êriş, dorpêça aborî, operasyonên psîkolojîk û kiryarên terorîstî kiribûn daku gelê Îranê paşdegav biavejin, hesaba wan bi temamî şaş derket.
Aştiya mayînde, di encama radestbûn, zext û rûreşkirinê de çênabe; berevajî vê yekê, tenê li ser bingeha hêz, rûmet û rêza dualî ava dibe.
Ev peyman nîşan dide ku diyalog tenê di demê encam diye ku aliyê din dev ji ferzkirina îradeya xwe ya li ser gelekî xwedî şaristanî berde û mafên wî bi fermî nas bike.
Qalîbaf di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku cîhanê dît ka Îranê di bin şert û mercên herî giran de çawa berxwedan nîşan da û bi ser ket, ji ber vê yekê ev lihevkirin ji bo Koşka Spî îlana binketinê ye.