PeyamaKurd - Hate ragihandin ku lêkolîneke zanistî ya nû ku ji aliyê lêkolîner Bêlan Qadir Osman ve li Koleja Endezyariya Zanistên Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê hat encamdan û tê de hate nîşandna ku hingivê Kurdistanê xwedî taybetmendiyên herî bilind ên dermanî ye.
Di vê xebata ku beşek ji teza doktorayê ye, 49 nimûneyên hingiv ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê hatin komkirin û li gel hingivê navdar ê 'Manuka' yê New Zelandayê hatin berawirdkirin.
Encamên laboratuwarê tespît kirin ku hingivê herêmî xwedî rêjeyeke pir bilind a taybetmendiya "dij-bakterî" ye û ev serkeftin di kovareke zanistî ya navdewletî de hat tomarkirin ku rê li ber xebatên nû yên pizîşkî bê vekirin.
Lêkolîner Osman destnîşan kir ku ev encam derfetê dide ku hingivê Kurdistanê êdî ne tenê wekî xwarin, di heman demê de di warê pizîşkî de jî wekî derman bê bikaranîn.
Osman anî ziman ku ji ber kêmbûna amûrên pêwîst ên laboratuwarê li zanîngehê, ji bo ceribandinên hûr wan li gel Wezareta Pîşesaziyê, Wezareta Tenduristiyê û kompanyaya Awamedicayê hevkarî kirine. Ev lêkolîna zanistî dê rê li ber nexweşiyan û kêmkirina aloziyên di warê tenduristiyê de bigire û bazara herêmî jî bi berhemên dermanî dewlemend bibe.