PeyamaKurd – Îsraîlê piştî banga îstifayê li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kir, qedexeya vîzeyê jî li ser danî.
Balyozê Îsraîlê yê NY Gilad Erdan ragihand ku ji ber daxuyaniyên wî yên piştevaniya êrîşên Hamasê yên ser Îsraîlê, qedexeya vîzeyê li ser hatiye danîn.
Gilad diyar kiriye ku ji ber daxuyaniya Guterres ew dê vîzeyê nedin ti rayedarên Neteweyên Yekbûyî ku serdana Îsraîlê bikin.
Antonio Guterres, roja sêşemê li Konseya Ewlekariyê ya NY gotibû, êrîşên Hamasê yên 7ê Cotmehê di valahiyekê de rû dane û Filîstîn jî 56 sal in rûbirûyî dagirkeriyeke dijwar e. Herwiha Guterres, banga agirbestê jî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin