PeyamaKurd - Di ser Serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12ê Adara 2004an ra, 15 sal derbas bûn.
Di sala 2004’an da serhildaneke mezin li seranserî Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma Beisê derket. Di encamê da jî hejmarek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê bi destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê şehîd ketin û hinek jê jî birîndar bûbûn û bi hezaran kes jî kes jî hatibûn girtin.
Di Serhildanê da 42 Kurd Şehîd bûn, ji wan 14 kes li Qamişlo, 11 kes li Serê Kaniyê û Amûdê, 3 kes li Efrînê, 7 kes li Helebê û herweha 7 kesên din jî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê şehîd bibûn.Di serhildanê da bêhtir ji 3 hezar çalakvan, xort û siyasetmedarên kurd bi destê hêzên ewlehiyê yên Sûrîyê hatin desteserkirin.
Herweha bo cara yekem di dîroka rêjîma Beisê da jî peykerê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed li bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû şikandin û ji Dêrikê heta bi Kobanî û Efrînê navend û bargehên hikûmeta Beisê hatibûn şewtandin û tunekirin û desthilata Beisê jî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatibû bidestxistin.
Ji alîyê din ve li bajarê Hewlêrê jî li Parka Şanederê, çalakiyeka ji bo bîranaîna Serhildana 12ê Adarê hat lidarxistin ku tê de hejmareke ji sîyasetmedar û çalakvanên kurd beşdar jî bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin