PeyamaKurd- Rûsya ragihand ku ku sîstema parastina hewayî ya S-500 ya Prometheusê di sala 2020an de, hilberîna wê dê li pey hev bêkirin. CEO yê şîrketa sanayiya sîlihan yê Rostecê Sergei Chemezov bo televîzyona RBK ê weha ragihand:
“Ez bawerim salekî bi şûn de dê hilberîna sîstema S-500an ya menzîldirêj dê bibe. Em ê sîstemê heya 5 salan nedin derveyê Rûsyayê. Ji ber berya her tiştî divê em bo artêşa xwe amade bikin.”
Sîstema nû ya S-500 Prometheusan herî kêm dê bo 25 salan bê bikaranîn û dê bikeve şûna sîstema S-400 Triumfan. Perwerdeya S-500an ji sala 2017an ve, ji aliyê hêzên hewayî yên Rûsya de dewam dike û bo sîstemê, li bajarê Tverê xebatkar tên perwerdekirin.”
S-500 xwediyê mezîla 600 km yan e û dikare heya 40 km yan bi jor de here û fuzeyên balîstîk in. Tê texmînkirin ku hedefên tenefusê dikin armanc û dikare li hemberê wan angajman bike.
Lê hêj serokê Rûsyayê Vladimir putin li Tirkiyê li Ankara ye, Sergei Chemezov ku CEO yê şîrketa hilberîner ya S-400-500an ya Rûsyaye, tiştekî dinê avête meydana dinyayê û weha got:
“S-400 sîstemeka teknolojiya wê bilind e. Nabe ku hilberîna wê ji sifirê destpêbike. Lê dibe hinek perçeyên wê yên esasî bên hilberîn. Lê ez ê nebêjim ew kîjan perçe ne.”
Lê Chemezov ragihand ku ew dikarin hinek perçeyên S-400an li Tirkiyê çêbikin. Dibe ev mijar car din di navbera Amerîka û Tirkiyê de bibe arîşeyeka mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin