PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê ku ji AK Partiyê hatiye hilbijartin, Nezrullah Tanglay tabelaya ‘Şaredariya Bedlîsê’ ya ser avahiya şaredariyê anî xwar û li şûna wê tenê tabeleya ‘Bitlis Belediyesi’ hişt.
Şaredarê Kurd ê Bedlîsê Nezrullah Tanglay, bi sedema ku navê Bedlîsê siyasî ye tabela rakir ku ev jî bi taybet bû sedema nîşandana bertekan li ser medya civakî û li raya giştî ya Kurd.
Bi taybet jî kesên naskirî yên ji bajarê Bedlîsê bertek nîşanî vê biryarê dan û ev yek wekî polîtîkayeke dijî çand û zimanê Kurdî nirxandin.
Bitlis Belediye Bşk.Nezrullah Tanğlay,”ŞAREDARİYA BEDLîS”tabelası için siyasi simgedir demiş.Bunu söyleyen kişi Edirne’den,Yozgat’tan Bitlis’e gelen bir Türk değil.Benim gibi Bitlis’in bir köyünden gelmiş,aile fertlerinin bir çoğu iyi Türkçe bilmeyen bir Kürt. pic.twitter.com/djwMTvmKNu
— Nezir Karabaş (@nezirkarabas) June 1, 2019
Gelek kes dijî vê biryara şaredariyê derketin û gotin, sedî sedê xelkê Bedlîsê Kurd e, lewma jî danîna tabeleya navê tirkî ne karekî aqilane ye ku ev jî wekî helwesteke deshilatdariya AKPê ya dijî ziman û çanda kurdî şîrove kirin.
Şaredarê nû yê Bedlîsê Nesrullah Tanğlay tabelaya kurdî ya avahiya şaredariyê rakir.
— DIBISTANA KURDAN (@DIBISTANAKURDAN) June 1, 2019
31 Mart yerel seçimlerinde Bitlis Belediyesini kazanan AKP'li belediye başkanı Nesrullah Tanğlay'ın ilk icraat belediye binasının Kürtçe ismini "Kürtçe siyasidir" diyerek kaldırmak oldu. pic.twitter.com/QgmHXQKZ14
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin