PeyamaKurd – 5em civîna di navbera komîteyên Qatarê û Misrê de ya li Qatarê li payîtext Dohayê bi dawî bû. Di civîna komîteyên navbera her dû dewletan de 6 peyman hatin îmzekirin. Peyman di seha dîplomaisyê, hûqûqê, veberhênan, perwerde û desteka civakî de hatin kirin.
Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Qatarê; civîn di bin serpereştiya serokwezîrê Qatarê û hem wezîrê karên derve Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani û wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şukrî hat kirin û 6 heb peymanan îmze kirin.
Di civînê de her weha pêşdebirina têkiliyên di sehayên din de, agirbesa li Xezzayê, parastina sîvîlan û ji bo gihandina alîkariyê ya Xezzayê ku bê asteng bêkirin, li ser wan babetan axifîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin