PeyamaKurd - Parêzgerê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm peyamek pîrozbahiyê ji serokê nû yê herêma Kurdistanê re şand.
Peyama Necmedîn Kerîm weha ye:
Birêz Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,
Bi boneya hilbijartina we birêz, wek serokê herêma Kurdistanê ez pîrozbahiyên herî germ li we dikim û dixwazim di vî erkê we yê nû de çawa di kabîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên berê de we serkeftin bidestxistine herweha hûn serkeftinên zêdetir bo gelê Kurdistanê bidest bixin.
Birayê min ê birêz dest bikarbûna erkê serokê herêmê di dem û wextekî de ye ku herêm di rewşekî gelek dijwar de derbas dibe. Ez piştrast im hûn bi siyaseta hekîmane ve dikarin pêgeha herêma Kurdistanê di nav pirsgirêkên li herêmê de biparêzin.
Herweha rola we ya birêz di çareseriya pirsgirêkên îro yên Kerkûkê û navçeyên ji Kurdistanê hatine qutkirin nabe neyê dîtin û bilind tê nirxandin. Careke din ez pîrozbahiyê li helbijartina we ya wek serokê herêma Kurdistanê dikim û dixwazim di hewildanên xwe yên çarçoveya berjewendiyên niştimanî yên gelê me de hûn bikarin hemû aliyên siyasî kom bikin û serkeftinên mezin û zêdetir bidest bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin