PeyamaKurd - Li sînorê bajarokê Çaldiran a parêzgeha Urmiyê yê hevsînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Li gor nûçeya Rûdawê çavkaniyeke ji herêmê ragihandiye, hêzên Îranê li bilindahiyên sînor teqe li hejmarek kolberên Kurd kirine û di encamê de kolberekî bi navê Emîn Şems jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku Emîn Şems xelkê gundê Mele Hesen ê qezaya Makoyê ye û êvara roja Şemiyê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.
Kolberê Kurd zewicî bûye û bavê zarokekî bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin