PeyamaKurd- Rêvebiriya asayîşa Hewlêrê nasname û wêneyê êrîşkarê bûyera Hewlêrê xiste ser çapemeniyê. Li gor rêvebiriya asayîşê ku bi awayeka nivîskî hatiye belavkirin, yek ji wan navê Mazlum Dağ e, di sala 1992an de hatiye dinyayê û nasnameya wî di nifûsa Diyarbekirê de qeydkiriye.
Piştî belavkirina wêne û nasnameya Mazlum Doğan, asayîşa Hewlêrê ragihand ku kî di derbarê vî kesî de xwedî agahiyê be, bila agahiyê bide hêzên asayîşê. Di ragihandinê de hat gotin ku xebata bo girtina Mazlum Dağ dewam dike.
Do, li Hewlêrê êrîşê ser xwaringehê kiribûn, di êrîşê de dîplomatê Tirkiyê yê balyozxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê hatibû kuştin û 2 Kurdên bêrî jî di heman xwaringehê de hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin