Libya | Hêzên Hafter 6 welatiyên tirk desteser kirin, Tirkiyê gef xwar

Libya | Hêzên Hafter 6 welatiyên tirk desteser kirin, Tirkiyê gef xwar

PeyamaKurd – Piştî ku Berdevkê Hêzên General Xelîfe Hafter, Ehmed Buzeyd el-Mismarî gef li Tirkiyê xwar ku xwe tevî aloziya Libyayê neke, Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bi tundî bersiv dabû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî herî dawî ragihand ku 6 hemwelatiyan tirk li Libyayê ji aliyê hêzên Hafter ve hatine desteserkirin û xwest, derhal bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Libyayê milîsên hêzên îllegal ên Hafter şeş hemwelatiyên me desteser kirine ku ev çalakiyeke heydûdî û korsantî ye. Em li bendê demildest hemwelatiyên me bên berdan. Heger bernedin, dê pêkhateyên Hafter bibin hedefên me yên rewa.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin