PeyamaKurd - Fermandeyê artêşa Iraqê Meîn Sedî ji Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku berî 3 rojan zanyarî gihiştine me ku dê êrîş li ser sindoqên hilbijartinan li Kerkûkê bên kirin.
Fermandeyê artêşa Iraqê Meîn Sedî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku êrîşa terorîstî ya Kerkûkê nekarî ziyanê bigehîne sindoqên dengdanê û dûpat kir ku, destê tu aliyekî nagihê sindoqan û nikare destkariyê têde bike.
Meîn Sedî da zanîn ku, derbarê wê êrîşê de zanyarî li cem wan hebû, lewma baregehên navçeyê asê kiribûn ziyan negihişte sindoqên dengdanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin