YNK îro kongreya xwe ya 4emîn pêk tîne

YNK îro kongreya xwe ya 4emîn pêk tîne

PeyamaKurd - Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê kongreya xwe ya 4mîn pêk tîne.

Serokê Komîteya Bilinda Hilbijartinên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Rizgar Elî ragihand, îro (21.12.2019), saet 11.00an, Kongreya  4emîn a YNK destpê dike.

Kongreya YNKê bi beşdarî mêvanên biyanî û navxwe û zêdetirî hezar endaman îro li hola Pêşangehên Silêmanî li Taslûca dest pê dike û hemû amadekarî jî hatine kirin.

Ew kêşeya ku yasaya partiyên Iraqê ji bo kongireya YNKê çêbibû, hatiye çareserkirin.

YNK diyar dike, ew 100 berpirsên serbazî ku beşdarî Kongireyê dibin, li ser mîlaka Herêma Kurdistanê ne ku Herêma Kurdistanê jî taybetmendiya xwe heye, lewra ew yasaya Iraqê Herêma Kurdistanê li xwe nagire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin