Îran: Qewimandinên nav Rûsyayê mijarên navxwe ne

Îran: Qewimandinên nav Rûsyayê mijarên navxwe ne

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî li ser mijara qewimandinên nav Rûsyayê ku Grûba Wagnerê û Putin-Şoygu dest bi şerê navxweyî kirin û li hemberê hev şer dikin, mijarê bi nivîskî ragihand û got ku qewimandin yên navxweyî ne. Kenanî her weha got ku Îran desthilata hûqûqê li Rûsyayê destek dike. Wezaret got:

“Îran li Federasyona Rûsyayê desthilata hûqûqê destek dike.”

Damezrênerê Wagnerê Yevgeniy Prigojin, artêşa Rûsyayê bi êrîşa ser baregehên Wagnerê tewan kiribû û gotibû ku wê bersivê bidin. Li ser vê rewşê Serwîsa Ewlehiyê ya Federal (FSB) bi tewana ‘serhildana çekdarî’ doza cezayê vekiribû.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê vê sibê ragihandibû ku temamê şervanên Wagnerê bi hezir bin û bi hêzên asayîşê re bikevin nava têkiliyan. Serokê Rûsyayê Putin grûba Wagnerê bi ‘Îxaneta Weten’ tewan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin