PeyamaKurd – Raportora Taybet a Filîstînê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Francesca Albanese, bertek nîşanî biryara Îsraîlê ya her roj 4 demjimêran navberdana şerê li Xezeyê da û got, biryareke ‘zalim û pêkenînî’ ye.
Şerê Îsraîl û Hemasê li Xezeyê 35 roj in dewam dike ku piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bi ser sivîlên Îsraîlî de dest pê kiribû. Ji bo rawestana şer û agirbestê bangewazî têne kirin ku welatên Amerîka û Ewropayê jî banga navberdana mirovî ya şer li Îsraîlê dikin.
Îsraîlê li ser van bangewaziyan biryar daye ku rojane 4 demjimêran navbera şer bê dayîn û sivîlê di wan saetan de, bên veguheztin.
Raportora Taybet a Filîstînê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Francesca Albanese, li bajarê Adelaide yê Awistralyayê axivî û got, her hefte 6 hezar ton bombe bi ser Xeta Xezeyê de tên avêtin û vegera van êrîşan nîne.
Albanese li ser navberdana 4 saetan jî got, "Ev ji bo xelkê Xezeyê nefesê bistîne û jiyana bê bombe bibîr bîne ye. Ev pir zalimane û karê pêkenînê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin