Ji Fransayê hêsankarî bo mafê rûnistinê: Bi belgeyên online dikarin bimînin

Ji Fransayê hêsankarî bo mafê rûnistinê: Bi belgeyên online dikarin bimînin

PeyamaKurd - Hikûmeta Fransayê ji bo penaber û welatiyên derve biryareke ji bo nûkirina mafê rûniştinê da û li gorî biryarê êdî pêwîstî bi şandina belgeyan nemaye.

Berê divabû kesê daxwaza nûkirina mafê rûniştinê bike belgeya serlêdanê (form û belgeya perdanê) ji navnîşaneke dewletê re bişîne.

Eger ev yek nehatiba kirin, piştî bidawîbûna dema mayînê, mafên wî kesî çênedibû ku li cem kesekî xwedî mafê mayînê bimîne. Bi biryara dawî re, ji bo mayînê êdî şandina wan belgeyan hewce nake.

Kesên bixwazin mafê rûniştinê bistînin, êdî dikarin belgeyan bi awayê online û bi rêya malpera Xizmetguzariyên Dewletê bişînin. Biryar ji 15ê Tîrmehê ve ketiye warê cîbicîkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin