PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mihemed Şukrî ji bo hevkarî û pêşvebirina zêdetir a zanîngehên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê serdana Brîtanyayê kir.
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî piştî civînên ligel serokên zanîngehan, akademîsyen û dîplomatkarên Brîtanyayê li Londonê ragihand, vekirina zanîngehên biyanî û bi taybetî Zanîngeha Londonê ya li Hewlêrê ji aliyê kesayetên siyasî û akademîsyenan ve pêngaveke girîng û destkefteke baş e ji bo Herêma Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye, Zanîngeha Brîtanî ya Navdewletî roja 8ê Kanûna 2022yan li Hewlêrê kevirê bingeha wê hatiye danîn û biryar e di destpêka sala nû ya perwedehiyê de bi fermî were vekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berfirehkirina pêwendiyên dîplomasî yên ligel welatan li ser bingeha berjewendiya hevbeş û sûda dualî, wekî stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de, berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin