Konsolê Amerîka Rob Waller: Emê li ser nêzîkbûna PDK û YNKê nûçeyên xwes bibihîzin

Konsolê Amerîka Rob Waller: Emê li ser nêzîkbûna PDK û YNKê nûçeyên xwes bibihîzin

PeyamaKurd - Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller di paneleke li ser sektora gazê de da xuyakirin ku nêzîkbûna PDK û YNKê wê roleke rasterast û êrênî li ser pêşvebirina plana dahatûya sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê bilîze û niha pêşveçûneke baş di navbera herdu aliyan de çêbûye.

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller, beşdarî paneleke Enstîtuya Washingtonê ya li ser sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê, bazar û derfetên girêdayî erdnîgariya siyasî bû.

Konsolê Amerîkayê diyar kir: “Berî ku ez werim vê civînê, ez bi dostên me yên li Kurdistanê re axivîm. Ez bawer im niha mijara peywendiya navbera her du partiyên sereke; Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşveçûnek heye û ez hêvî dikim emê di rojên bê de nûçeyên xweş bibihîzin.”

Rob Waller eşkere kir: “Di navbera partiyên din de jî weke Goran û partiyên din ên biçûk, pêşveçûnek heye. Ango bi tevahî li Kurdistanê niha daxwazeke giştgîr heye da ku çareseriyekê bibînin, ku ne tenê di berjewendiya partiyan de be, di heman demê de di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be jî. Ev tiştekî wisa ye ku birastî em dixwazin bibînin û em piştevaniya wê dikin.”

Waller da zanîn: “Yek ji wan tiştan ku em bi berdewamî tînin bîra dostên xwe yên Kurd ew e ku di 20 salên borî de her dema ku PDK û YNK bûne yek, bandora wan zêde bûye û gelek bi bandor bûne û ne tenê berjewendiyên xwe parastine, di heman demê de karîne hikûmeta federalî bi awayek araste bikin û bigihin rêkeftinê, ku di berjewendiya hemû Iraqê de be.”

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê destnîşan kir: “Berevajî vê, her dema ku dijî hev bûne û nakokiyên wan çêbûne, rola wan ji hemû aliyan ve li Bexdayê jî lawaz bûye; loma ez careke din piştrast dikim ku em rola xwe li paş perde didomînin di handana partiyên siyasî û hebûna hemahengiya di navbera wan de. Çimkî hebûna vê hemahengiyê, ne tenê ji bo siberoja pêşveçûna sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê girîng e, di heman demê de ji bo hemû herêmê girîng e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin