Sergey Lavrov: Yekîtiya Ewropayê, karê pêvekiya NATOyê dike

Sergey Lavrov: Yekîtiya Ewropayê, karê pêvekiya NATOyê dike

PeyamaKurd-Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand ku ew hewil dide gavên ku NATO dihavêje bişopîne û Yekîtiya Ewropayê jî wekî pêveka NATOyê ya ku karê wê dike, tawanbar kir.

Lavrov, di civîna Wezîrên Karên Derve yên Civata Dewletên Serbixwe ya ku li paytexta Tacikistanê,Duşanbeyê hat kirin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Lavrov, pêşveçûnên ku Yekîtiya Ewropayê endamtiyê dide Ukraynayê rexne kir û da zanîn ku Yekîtiya Ewropayê, platformeke aboriyê ye lê niha bûye lîstikvaneke êrîşkar.

Sergey Lavrov da zaîn ku Yekîtiya Ewropayê bi vî awayî daxwaza yekbûna bi tifaqa Atlantîka Bakur re erê dike û ev yek jî di bingeha xwe de pêvekiya kirina karê NATOyê bi cih tîne. Lavrov got ku van hewilên Rojava, zerarê dide têkiliyên navbera Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf, Civata Dewletên Serbixwe, Rêxistina Hevkariya Şanghayê û Yekîtiya Aboriyê ya Avrasyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin