Wezîrê Dewletê yê Brîtanya peyamek li ser sehîdbûna Pêsmergeyan ji Serokwezîr re sand

Wezîrê Dewletê yê Brîtanya peyamek li ser sehîdbûna Pêsmergeyan ji Serokwezîr re sand

PeyamaKurd – Wezîrê Dewletê yê Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da.

Wezîrê Dewletê yê Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya James Cleverly, di peyama xwe de, sersaxiya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da ku di êrîşeke teroristên DAIŞê de li Pirdê şehîd bûbûn.

James Cleverly di peyama xwe de da zanîn: “Bi mixabinî ve min nûçeya canjidestdana du Pêşmergeyên we di êrîşeke DAIŞê li Pirdê bihîst. Hevxemiya xwe ligel malbatên wan Pêşmergeyan radigihînim.”

Şeva 30î Cotmeha 2021ê terorîstên DAIŞê li mîhwera Pirdê ya Kerkûkê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û di encamê de du Pêşmergeyên bi navê Hemîd Heyas Kakayî û Ako Kerîm Qadir şehîd bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin