NATO: Êrîsên dijber, ne nîsaneyên dawiya ser in

NATO: Êrîsên dijber, ne nîsaneyên dawiya ser in

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Stoltenberg da zanîn ku êrîşên dijber ên ku Ukraynayê dest pê kirine, ne nîşaneyên qedandina şer in.

Stoltenberg di nirxandinên xwe de bal kişand ser êrîşên ku Ukraynayê ji dawiya meha tebaxê de dest pê kirine. Sekreterê NATOyê diyar kir ku ev tevger, gelek bi bandor e lê belê ev gav, hîn jî dawiya şer nîşan nadin.

Jens Stoltenberg  li ser mijarê got,

“Artêşa Ukraynayê, li hin deveran bi pêş ketiye û li dijî hêzên Rus dest bi êrîşên dijber kirine. Helbet ev yek dibe sedema wêrekiyê lê belê di heman demê de divê em fêm bikin ku ev yek nabe destpêka dawîlêhatina şerê navbera Rusya û Ukraynayê.”

Sekreter Stoltenberg, di dawiya nirxanidnên xwe de welatên hevpar jî hişyar kir ku ji bo şerekî dûvdirêj, xwedî amadekariyan bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin