PeyamaKurd - Wezîrê avedankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Di maweyê 70 rojan de nûvekirina çendîn rêyên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û Civata wezîran çavdêrîya proseyê dikin û divê berî zivistanê ev piroje bêne temamkirin.
Dana Ebdulkerîm, wezîrê avedankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistanê, di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Bi supas ve Civata wezîran rezamendî da li ser nûjen kirina rêyên Herêma Kurdistanê, da ku berî zivistanê ew pirojeyên ku pêwîst in ji rê û cadeyan bên encamdan û pirsgirêkên rêyan bên çareserkirin.
Amaje bi wê yekê jî da, bi rêya komîteyeke wezaretê ve, me gotûbêj li gel wan peyamanderan kirîne ew ên proje pê re hatîne spartin.
Got jî, dema temamkirina pirojeyan 70 rojin û bi hevahengî li gel Civata Wezîran çavdêriya proseyê dikîn û divêt di dema xwe de temam bibin.
Berê jî, berdevkê hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil aşkera kiribû, hikumeta Herêma Kurdistanê 33 milyar û 876 milyon Dînar mezaxtîye bo nûvekirina rê û cadeyên her çar parêzgeh û herdû îdareyên Raperîn û Germîyanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin