Di sala nû de Iraq mehane tirîlyonek dînar dide Kurdistanê

Di sala nû de Iraq mehane tirîlyonek dînar dide Kurdistanê

PeyamaKurd - Endamekî komîsyona Darayî ya Parlemana Iraqê ragihand, ji destpêka sala nû de hikûmeta Iraqê dê her meh tirîlyonek dînar bide Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî dê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.

Parlementerê Kurd û Endamê Komîsyona Darayî ya Parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar ji malpera fermî ya PDKê KDP.info re gotiye, li gorî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê, Herêma Kurdistanê dê ji destpêka sala nû de rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.

Parlementer Ehmed Sefar da zanîn, Bexda jî dê mehane tirîlyonek dînar ( 840 milyon dolar) bide Herêma Kurdistanê.

Bi gotina wî parlementerê Kurd Sefar, eger hikûmeta Iraqê kredî yan jî deynek ji bankên navdewletî yan jî ji welatekî biyanî wergirt, dê pişka Kurdistanê jî bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin