PeyamaKurd - Li navçeyên Pasûr û Licê yên Diyarbekerî li 17 taxan bi hinceta operasyonê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 5ê Sibatê ji demjimêr 6:00ê sibehê ve li herêmên çiyayî yên Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Gund û taxên heta fermaneke din bi hinceta operasyonên leşkerî qedexe hatiye ragihandin, li Licê; Kıyıköy, Dallica, Kutlu, Oyuklu û Tureli, li Pasûrê jî gund û taxên; Karaagaç, Kamişli, Çukurca, Demirli, Bayirkoy, Bagcilar, Akbulak, Duzce, Temren, Uygur û Taşkopru.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin