PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, nêzîkî du milyon dolar teqemenî da artêşa Iraqê.
Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, bi beyanameyekê diyar kir: ‘‘Nirxê teqemeniyên ku dane, 1 milyon û 779 hezar û 736 dolar e.
Proseya dayîna teqemenî ku li binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a parêzgeha Enbarê pêk hat û ev beşeke ji piştevaniya hêzên hevpeyman bo hêzên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de.
Herwiha do û piştî dayîna wan teqemeniyan ji hêzên Iraqê re, balefirekî bê balefirvan a bombebarkirî li binkeyê leşkerî yê Eyn Esed teqiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin