Serokê Rûsyayê li ser qeyrana cîhanê ya xurekê: Divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn

Serokê Rûsyayê li ser qeyrana cîhanê ya xurekê: Divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê qeyrana cîhanê ya xurekê de axivî û got, ji bo ku bazara xurekê tûşî rewşeke karesatbar nebe, divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn.

Vladimir Putin li Moskowê di hevdîtina ligel Serokê Endonezyayê Joko Widodo de eşkere kir, Amerîkayê bi Dolar berhemên xurek kirriye, loma bihayê van berheman zêde bûye.

Putin eşkere kir: “Ji bo ku bazara xurekê tûşî rewşeke karesatbar nebe, divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn.”

Serokê Rûsyayê da zanîn, îdareya Ukraynayê li benderan mayîn vedane û dibêje: “Kes rêgirî li paqijkirina wan mayînan û derbaskirina genim ji wê deverê nake, em garantiya wê yekê didin ku em ê asayîşa wan biparêzin.”

Vladimir Putin diyar kir, Ukrayna dikare bi rêya Romanya, Polanda û Belarusê genim derbas bike û li ser vê mijarê ew ligel nûnerên Neteweyên Yekbûyî di pêwendiyê de ne.

Herî dawî Putin bal kişand ser wê yekê ku 800 milyon ton genim li cîhanê tê berhemanîn û got: “Rûsyayê par 40 milyon ton dabîn kir, îsal jî amade ye 50 milyon ton genim ji bo cîhanê dabîn bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin