PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi sekreterê giştî yê NATO yê bi Jens Stoltenberg re axifî. Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê, di axaftina her dû kesan de li ser endamtiya NATO yê ya Îsveç û Fînlandiyayê axifîne.
Erdoğan ragihandiye ku di pêvajoya endamtiya her dû dewletan de, tewrê Fînlandiyayê ji yê îsveçê cuda bûye û biyarê daye ku di meclisa Tirkiyê de pêvajoya erêkirina endamtiya Fînlandiyayê bide destpêkirin.
Erdoğan gotiye ku ew biryarê dane hevdîtinên bi îsveçê re bi niyetekî baş bidin dewamkirin û endamtiya Îsveçê wê li ser avêtina pêngavên berbiçav yên Îsveçê bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin