PeyamaKurd- Hêzên Cendirmeyan yên îspanyayê Guardia Civil ragihand ku li ser sînorê Îspanyayê li bajarê Ceuta yê li dora 700-800 koçberên Binê Sahrayê, têlên ku bo koçberan bi wan asê bikin da neçin welatê wan û bilindahiya wan 6 metre ye, têla derbaskirin û ketin nava sînorê dewleta Îspanyayê.
Koçber bo karibin ji têlan derbas bibin pense, gerran, bireka bi elektrîkê, spreya agir, molotov kokteyl, dar, kevir, rêx û kilsê bikaranîn. Hinek ji koçberan di nava sînorê Fasê de dan sekinandin ku jimara wan 602 bû, ji çîta derbas bûn. Di bûyerê de 15 polîs birîndar bûn. Xaça Sor ya Îspanyayê ragihand ku 132 koçber di dema ku ji têla derbas bûn birîndar bûne û ji wan 11 kesan birine nexweşxanê bo tedawiyê.
Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî ragihand ku heya niha 20 hezar di ser behrê de, bi temamî 22 hezar û 700 koçber gihane Îspanyayê ku li gor sala borî ya heman wextê 3 car zêdetir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin