PeyamaKurd – Balafireke kompaniyeke Çînî xwediyê wê ye, li başûrê rojavayê Çînê ket xwarê û 133 kes di wê balafirê de bûn.
Li gor Kanala CCTV ya Çînê diyar kir, balafira ji cûreya Boing-737, li nêzîkî bajarê Wojo, tevî 133 rêwî kete xwarê û tîmên rizgarkirinê veguhestin cihê bûyerê.
Herwiha di vîdeoyeke ku encama ketina xwarê ya balafirê nîşan dide de, tê texmînkirin ku tu kes ji bûyerê rizgar nebûbe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin