PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Balyoza Awistralya ya li Iraqê Paula Ganly kir.
Piştî hevdîtnê hat ragihandin, di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Australya de hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya geşepêdana veberhênana Australya li Herêmê û alîkariya bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê berfirehkirina jêderên dahatê de hate kirin.
Herwiha rewşa kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û xweşkirina rê ji bo vegera koçberan bo navçeyên xwe, beşeke din a guftûgoyên civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin