PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wefata birayê wî, ji Seroke Terîqeta Qadirî Şêx Nehro Kesnezanî re sersaxiyê xwest.
Serokwezîr Barzanî ji ber koça dawî ya birayê Şêx Nehro û Parlamentê Parlamena Iraqê Gandî Mihemmed Kesnezanî peyameke sersaxiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxiyê ji Şêx Nehro Kesnezanî, malbat û xizmên wî re xwest û wiha got:
"Min bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata birayê we rêzdar Gandî Şêx Mihemmed Kesnezanî wergirt. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û êşa we parve dikim. Xwedê rehma xwe li rehmetî bike û sebir û selametê bide malbata we."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin