PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihand ku li Etiyopyayê hemwelatiyekî Îsraîlê hat revandin. Hat ragihandin ku bi malabat kesê revandî re ketine nav têkiliyan û bi Înterpolê re jî di nav têkiliyan de ne.
Di rapora ku gihîştiye wezareta Îsraîlê de hatiye gotin ku li Etiyopyayê li herêma Gonderê ew hemwelatî hatiye revandin. Mîsyona Îsraîlê ya li Etiyopyayê, ji bo di wextekî kurt de serbest berdin, bi hêzên asayîşê re ketine nav têkiliyan. Nehat ragihandin bê kî an kîjan rêxistin yê Îsraîlî revandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin