PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Ûttar Pradeşê, li devera Hapûrê di fabrîka kîmyayê de qazanekî teqiya û di encamê de herî kêm 6 karker mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polîs Surendra Singh ragihand ku xebatên rizgarkirinê û lêgerînê dewam dikin û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe. Serokwezîrê eyaletê Yogi Adityanath sersaxiyê ji malbatên karkeran re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin