Di madena zêr de hilweşandin çêbû: 60 karker mirin

Di madena zêr de hilweşandin çêbû: 60 karker mirin

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li herêma Kordofan a Rojava, di madena zêr de hilweşîn çêbû û herî kêm di madenê de 60 kes mirin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku gelek kes di bin axê de mane û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Bûyer, li bakûrê navça El-Nuhudê qewimî, sedema roxandinê jî bîrên nav seha madenê hilweşiyane û lewra hilweşandin çêbûye.

Herêma navborî di bin kontrola Hêzên Desteka Lezgîn de ne (HDL). HDL li dijî artêşa Sûdanê şer dike. Madengeriya zêr li deverê sehayekî xebatêye ku xelk debara xwe pê dike.