Li Tûnisê partiya Xenûsî bû yekem

Li Tûnisê partiya Xenûsî bû yekem

PeyamaKurd - Li gorî encamên berahî yên ne fermî ku televizyona dewletê ya Tûnisê ragihandin, di hilbijartinên herêmî de Partiya Nehdayê ji sedî 27,5ên dengan wergirt û bû partiya yekemîn û Partiya Nîda Tûnisê jî ji sedî 22,5ê dengan wergirt û bû duyemîn.

Li gorî encamên berahî yên ne fermî ku televizyona dewletê ragihandin partiya Raşîd Xenûşî Tevgera Nehdayê ku di parlementoyê de 69 kursiyê wê hebûn ji sedî 27,5ên dengan wergirt û bû yekemê hilbijartinê. 

Herwiha Partiya Nîda Tûnisê ku di parlementoyê de 55 kursiyê hebûn di hilbijartinê de bi wergirtina ji sedî 22,5ê dengan ket rêza duyemîn.

Li Tûnisê pêvajoya dengdanê bi dema herêmî seat 18.00an qediya û hejmartina dengan didome.

Tê çaverêkirin ku hejmara kesin ya hilbijartinê heta 9ê gulanê bên îlankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin