PeyamaKurd- Yek ji endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî Seîdî Pîra, bi daxuyaniyekê ragihand ku dê hefteya bê, tîma YNK vegere Civata Wezîran û dê beşdarî civînan bibe.
Seidî Pîra, bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir ku di hefteya bê de dê tîma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), vegere Civata Wezîran û dê car din beşdarî civînan bibe.
Beriya 2 rojan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê xwe Qubat Talebanî civiyabûn û hatibû eşkerekirin ku di civîna ku di hawireke erênî de hatiye kirin de li ser pirsgirêkên îdarî û darayî dan û stendin hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin